01/09/2026
Daxuyaniya Zanîngeha Kobaniyê li ser kêmkirina dersên Zimanê Kurdî
Zanîngeha Kobaniyê, ji ber berpirsiyariya xwe ya akademîk û perwerdekarî, bi baldarî biryara kêmkirina demjimêrên dersên Zimanê Kurdî bo sê dersên di hefteyê de dişopîne û derbarê encamên ku ev biryar dikare li ser pêvajoya perwerdehiyê û cih û statûya Zimanê Kurdî di pergala perwerdehiyê de çêbike, fikra xwe ya akademîk dide zanîn.
Zanîngeh û qadên zimanî dibînin ku ev gav ne bi tenê kêmkirina hejmareke dersan e; belkî dikare bibe guhertinek di kar û peywira Zimanê Kurdî di nav perwerdehiyê de. Ji ber ku di van salên borî de ezmûnek perwerdehiyê hatiye avakirin ku Zimanê Kurdî wekî zimanê bingehîn ê hînkirinê hatiye bikaranîn û di pêşxistina dersnameyan, materyalên perwerdehiyê, mamosteyan û termînolojiya zanistî de gavên girîng hatine avakirin.
Di zêdetirî deh salên borî de, bikaranîna Zimanê Kurdî tenê bi hînkirina ziman, wêje û zanistên mirovan re sînordar nebûye; belkî gihîştiye zanistên rast, matematîk, mijarên pratîk û qadên cuda yên zanînê. Ev ezmûn alîkar e ku Zimanê Kurdî wekî zimanekî perwerdehiyê, zanînê û lêkolîna zanistî were pêşxistin, ne bi tenê wekî mijarek dersê.
Ji aliyê perwerdehiyê ve, zimanê hînkirinê bandoreke rasterast li ser karîna xwendekar di fêmkirin, analîzkirin, derbirîna raman û hilberîna zanînê de heye. Ji ber vê yekê, veguhestina ji hawîrdoreke perwerdehiyê ya li ser bingeha Zimanê Kurdî ber bi sînordarkirina wî zimanî bo sê dersên di hefteyê de dikare valahiyeke zimanî û zanistî di nav xwendekaran de çêbike û sûdwergirtina wan ji ezmûna perwerdehiyê ya salên borî lawaz bike.
Ji aliyê sosyolînguwîstîkê ve jî, dibistan ne bi tenê qada hînkirina ziman e; ew yek ji wan sazgehên bingehîn e ku cih, peywir û nirxên civakî ya zimanekî ava d**e û di veguhestina wî ji nifşekî bo nifşekî din de roleke girîng dilîze. Dema ku zimanek di çarçoveya dersê de tê sînordarkirin, lê zimanekî din di qadên cuda yên perwerdehî û zanînê de tê bikaranîn, ev dikare bi demê re qadên bikaranîna Zimanê Kurdî teng bike û cihê wê wekî zimanê zanist û hilberîna zanînê lawaz bike, her wisa sînordarkirina zimanê dayîkê dikare pirsgirêkan di avadaniya xwendekar û malbatên wan de çêbike.
Zanîngeha Kobaniyê herwiha piştrast d**e ku xurtkirina cihê Zimanê Kurdî ne li dijî hînbûna Zimanê Erebî an zimanên din e. Berevajî vê yekê, zanîngehê pirzimanî û perwerdehiya duzimanî wekî vebijêrkeke akademîk û hevseng dibîne; modela ku dikare mafê xwendekaran ê hînbûna bi zimanê dayikê biparêze û di heman demê de derfetê bide wan ku Zimanê Erebî û zimanên din hîn bibin û karîna wan a zanistî û ragihandinê pêş bixe.
Li ser vê bingehê, Zanîngeha Kobaniyê bang li aliyên peywendîdar d**e ku biryara kêmkirina dersên Zimanê Kurdî ji nû ve binirxînin û berî guhertina rêça perwerdehiyê ya heyî, lêkolîneke akademîk, perwerdekarî û sosyolînguwîstîk a berfireh pêk bînin. Herwiha bang d**e ku zanîngeh, lêkolîner û pisporên ziman, perwerdehiyê û dersnameyan di amadekirina her dîtina nû ya derbarê pêşeroja zimanê hînkirinê de werin tevlîkirin.
Zanîngeha Kobaniyê bawer e ku pêşxistina perwerdehiyê ne bi paşveçûna ji destkeftiyên ku hatine bidestxistin, lê bi avakirina li ser wan û pêşxistina wan pêk tê. Parastina perwerdehiyê bi zimanê dayikê, ligel xurtkirina hînbûna zimanên din, bingeha pergaleke perwerdehiyê ya pirzimanî, hevseng û domdar e.
Zanîngeha Kobaniyê – Kobanî