PSK Almanya

PSK Almanya Informationen und Nachrichten

https://psk-riyaazadi.org/baskan/astiyekemayindedikareliserbingehaazadiuwekheviyebeavakirin?fbclid=IwdGRjcAMftFxjbGNrAx-...
30/08/2025

https://psk-riyaazadi.org/baskan/astiyekemayindedikareliserbingehaazadiuwekheviyebeavakirin?fbclid=IwdGRjcAMftFxjbGNrAx-zJmV4dG4DYWVtAjExAAEeEGIaSe8bCuxxp2SFsPwSSr6NvS2hPorPNNlo_k-T1r1FvFNO8_eCKZXiViU_aem_9Kh2v-Y-i3kr_XeU38J29w

Di 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de, mirovahî hîn jî ji aştiyeke mayînde û domdar gelek dûr e.  Di şerên ku li çar aliyê cîhanê û li herêmê diqewimin de her roj bi hezaran sivîl, jin û zarok bi hovane tên kuştin. Çavkaniyên aborî yên ku divê ji bo başiya mirovahiyê, p...

KOMKUJÎYA MADIMAQÊ JÎ BÎR NABE!Jî vir 32 sal  berê, Roja 2-ê Tîrmehê  sala 1993 de, li Sivasê komkujîyekî vehşîyane pêk ...
02/07/2025

KOMKUJÎYA MADIMAQÊ JÎ BÎR NABE!

Jî vir 32 sal berê, Roja 2-ê Tîrmehê sala 1993 de, li Sivasê komkujîyekî vehşîyane pêk hat. Di wê rojê de, grûpekê rewşenbîr û hunermendên Kurd û Tirk ji bo beşdariya Festîvala Pîrsultan Abdalê hatibûn bajarê Sivasê. di otêla Madîmaqê de cîhwar bûn.

Madimaq bu hedefa erêşa kevneperestên îslamîst û faşîst.
Wan har û hovan agir berdan otêlê. Di vê erîşê de, du xebatkarên otelê û 33 rewşenbîr û hunermend hatin kuştin. Piranîya wan rewşenbîr û hunermendan ku di we erîşeda jîyana xwe jı dest dan Elewî bun.

Vê har û hovîya li MADIMAQÊ rojek reşe di diroka Tirkîyê de.
Em wek Yekîtîya Komelên Kurdistanê, KOKAR- Almanya vê komkujiyê , har û hovîtîyê bi hemû avayî şermezarî dikin. Di 32. min salvegera qetlîama Madîmaqê de, hemû cangorîyên vê wehşetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ew ticar ji bîrnabin.

Carêk din wan qatil û hovan rezîl û riswa dikin.
Şehîdên MADIMAQÊ nemirin.
Ruhê wan sax û şad be.

Yekîtîya Komelên Kurdistan
KOMKAR- Almanya
Tirmêh 2025
---
MADIMAK KATLİAMINI UNUTMADIK !
32 Yıl önce 2 Temmuz 1993 yılında bir grup sanatçı ve yazar, Sivas'ta düzenlenen Pir Sultan Abdal Etkinlikleri'ne katılmak için Madımak otelinde konaklarken devlet destekli bir grup gerici ve faşist grup tarafından Madımak oteli ateşe verildi ve aralarında iki otel çalışanının da bulunduğu çoğu Alevi inancına mensup 35 Kürt ve Türk aydın ve sanatçı hunharca katlediler.
Kürdistan Dernekleri Birliğl KOMKAR olarak, o vahşi ve insanlık dışı olayın 32. yıldönümünde o olayı yapanları şiddetle kınıyor, katliamda yaşamını yitirenleri saygı ile anıyoruz.Ruhları şad olsun.
KOMKAR-Almanya.
Temmuz 2025

Komkar Duisburg, beṣdarî Festîvala Navneteweyî ya Zentrum bû.Festîvala Navneteweyî ya Zentrum a salane îsal roja Şemiyê,...
30/06/2025

Komkar Duisburg, beṣdarî Festîvala Navneteweyî ya Zentrum bû.

Festîvala Navneteweyî ya Zentrum a salane îsal roja Şemiyê, 28ê Hezîrana 2025an de hate lidarxistin.
Komên cuda ji welatên cuda bi çand, muzîk, folklor û xwarinên xwe beşdarî vê festîvalê bûn. Komeleya KOMKAR Duisburg jî bi muzîk û xwarinên Kurdî beşdarî vê festîvalê bû.
Standaya Komkar ji bo mirovên ji neteweyên cuda, bi taybetî ji bo Kurdan, cihekî balkêş û elaqê bû.
Hebûna Komeleya KOMKAR Duisburg di vê çalakiyê de bi ala û sembolên Kurdistanê re rengda festîvalê .

Konferans!
30/06/2025

Konferans!

Hêyetek ji PDK-İran serdana navenda Komkarê Kir. Îro dı 19 Hêzîran 2025 de hêyetek ji Hizba Demokrata Kurdistan (PDK-Îra...
20/06/2025

Hêyetek ji PDK-İran serdana navenda Komkarê Kir.

Îro dı 19 Hêzîran 2025 de hêyetek ji Hizba Demokrata Kurdistan (PDK-Îran) komita Almanya ji bo pîrozkirina Kongra Komkarê ya 26emîn û Kongra PSK ya 4 emîn ku lı Dîyarbekirê pek hatî bû.
Hêyeta PDK-İ terefa serokê berê ya Komkarê Bekir Topgider û Reşo can û endema meclisa PSK ya dervayî Welat Ronî Mazlum Deli û Metin hatin pêşwazi kirin.
Hevalên Komkarê, bi hatina hêyeta PDK-İranê kêfxweşî ya xwe anîn ziman û derheqa kongra Komkarê û PSK agahî dan.
Piştre herdu hêyetan li ser buyerên rojhilata navîn û şerê navbera Îran û İsrail dîtin û ramanên xwe anîn ziman.
Hevdîtin nêzî du saetan birêva çû.
Çend dîmenên di hevdîtinê da.

PSK 4. Büyük Kongresi Ve Yeni Dönemde Kürt Hareketi
19/06/2025

PSK 4. Büyük Kongresi Ve Yeni Dönemde Kürt Hareketi



Li Amedê Kongra PSK ê çaran li Amedê berdewame. Çend wêne ji Kongrê.
15/06/2025

Li Amedê Kongra PSK ê çaran li Amedê berdewame. Çend wêne ji Kongrê.

Ji bo gelê me û Raya GiştîBêrêzîya li hember nirxên me yên netewî ne mafê tu kesî !Di dîrokê de her miletek xwedîyê zima...
12/06/2025

Ji bo gelê me û Raya Giştî

Bêrêzîya li hember nirxên me yên netewî ne mafê tu kesî !

Di dîrokê de her miletek xwedîyê ziman, çand, dîrok û nirxên xwe yên netewî ye. Gelê Kurd, mîna hemû miletên din, miletekî rêzdar e û xwedîyê zimanekî dewlemend, dîrokek kûr û kevneşopîyek berxwedana bi rûmet e. Nirxên netewî ne monopola partî, komek yan jî tu derûdorê ne. Ev nirx mîrateya hevpar ya miletekî ne û ji bo gelê me xetên herî hestiyar û sor temsîl dikin.

Mixabin, nivîsa "perspektîf" ya ku ji hêla Serokê PKK Abdullah Öcalan ve ji bo Kongreya 12 emîn ya PKK hatiye pêşkêş kirin, di derbarê ziman, dîrok û rêberên berxwedana gelê Kurd de gotinên pir bêrêzî û nayên qebûlkirin dihewîne. Ji bo zimanê gelê Kurd gotinên wek "nefonksiyonel", ji bo civaka wan "zibale û sergo û goristan" hatin bikar anîn, û heqaretên giran li rêberên gelê me yên wek Şêx Saîd, Seyîd Riza, Qadî Mihemed, Bedirxanî û Mela Mistefa Barzanî hatin kirin.

Hin ji van rêberan rasterast ji alîyê dewletên kolonyalîst ve hatine îdamkirin, û heta gorên wan jî hîn jî veşartî ne. Nirxandinên bêrêz yên li hember van kesayetên ku di dilê gelê me de şopên kûr hiştine, ne tenê ramanên kesane ne, lê guhertinek nû ya siyaseta înkarkirina fermî ya Komara Tirkiyê ye ku sedsalek e li dijî hebûn, ziman, nirxên netewî û berxwedana gelê Kurd tê bikaranîn.

Êrîşên bi vî rengî yên li ser dîrok, ziman, çand û nirxên netewî yên gelê Kurd nayên qebûlkirin. Pêşkêşkirina hestên bi vî rengî yên di bin navê "perspektîfê" de heqaretek li dijî gelê me ye.

Wek Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê - KOMKAR, em helwesta Abdullah Öcalan bi gotinên herî tund protesto dikin û şermezar dikin. Divê her kes bizanibe ku mafê tu kesî, tu rêxistin yan kesekî tuneye ku bi vî rengî êrîşî nirxên hevpar yên gelê Kurd bike.

Em di vê bahwerîyê de ne, ew kesên ku nirxên me yên neteweyî wek "zibale û sergo" bi nav dikin, wê bi xwe di nav sergoyê dîrokê de cîhê xwe bistînin.

Nirxên me yên netewî rûmeta me ne, kes nikare destdirêjîyê li wan bike!

11.06.2025

Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR- Almanya

11/06/2025
Ji bo Raya GiştîYekîtiya Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR Almanya di 7ê Hezîrana 2025an de bi serkeftî 26 emîn kongreya xwe y...
10/06/2025

Ji bo Raya Giştî

Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR Almanya di 7ê Hezîrana 2025an de bi serkeftî 26 emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di Kongreyê de Lijneya Giştî ya Rêveberiya (GYK) nû ku ji 15 kesan pêk dihat hat hilbijartin.

Di encama belavkirina erkên navxweyî de, GYK-ya hilbijartî endamek ciwan wek Serokê Giştî tayîn kir û hejmara endamên MYKê ji 5an heta bi 7an zêde kir û endamên MYKê diyar kirin.

Kongreyê pêşketinên dawî û siyasî yên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyê, rewşa rêxistinî û xebata Revenda Kurdistanî bi berfirehî nirxand.

Kongreyê pêwist dît ku daxuyaniya jêrîn bi raya giştî re par ve bike.

Kongreya me, ku li ser avahî û xebata me ya rêxistinî nîqaş kir, destnîşan kir ku ciwan û jin bi rêjeyek têrker beşdarî xebatê nabin, û di xebata lobiyê û dîplomasiyê de rawestanek heye. Hat pejirandin ku bernameyên taybet ji bo ciwan û jinan bên çêkirin da ku bi awayekî çalak beşdarî xebatê bibin, însiyatîf bigirin û di organan de bêhtir cîh bigirin.

Ji bo ku di çalakiyên lobî û dîplomasiyê de serkeftin çêbibe, biryar hat dayîn ku di nav rêxistinê û li derveyî wê di bin koordînasyona Rêveberiya Giştî de tîmek bê avakirin.

Kongreya me herweha xebata koalîsyonê û Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi berfirehî nirxand û ev biryar da:

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku em ji damezrandina wê ve bi awayekî çalak tê de beşdar in û girîngiyek mezin didin xebat û armanca wê, dikare li gor şert û mercên bêhempa yên dîyasporayê, ji bo çar perçeyên Kurdistanê xebatên girîng yên ji bo lobî û dîplomasiyê pêk bîne; ew dikare li dîyasporayê beşdarên cidî ji bo têkoşîna netewî û demokratîk ya gelê Kurd peyda bike.

Kongreya me, ku nirxek mezin dide Revenda Kurdistanî, destnîşan kir ku ji bo Revenda Kurdistanê sûdmend be, divê organên Konfederasyonê çalak bibin û sazîmaniya wê xurt bibe.

Em bawer dikin ku xurtkirina avahiya pirreng ya rêxistinê û komkirina hemî saziyên demokratîk yên li dîyasporayê wê Revenda Kurdistanî xurttir bike.

Bûyerên siyasî yên ku bi êrîşa HAMAS ya li ser Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, bandor li tevahiya Rojhilata Navîn kiriye û d**e. Di vê pêvajoyê de, li Sûriyê hilweşîna rejîma Baas ya 61 salî û piştî wê desthilatdariya HTŞê ne tenê hevsengiyên li Rojhilata Navîn hejand, lê di heman demê de bandorek cidî li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî kir. Pêvajoya nû ya ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê tê jiyîn, hem xeteran hem jî derfetên dîrokî ji bo Kurdan dihewîne. KOMKAR, ku ji destpêkê ve girîngiyê dide pêşxistina helwest û tevgerînek hevpar ya hêzên Kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, Konferansa Netewî ya 27ê Nîsanê û di 4ê Hezîrana 2025an de avakirina komîteyek hevbeş wek gavek dîrokî dibîne.

Kongreya me pêvajoya ku ji alî Devlet Bahçelî û banga Ocalan ve hatiye destpêkirin nirxand. Kongreya me biryarên ku li ser banga Ocalan di kongreya de hatine girtin nirxand û biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî, ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê lê di heman demê de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî zirarê dide têkoşîna netewî, bi erênî nirxand.

Lêbelê, delegeyên Kongreya KOMKARê daxuyaniyên rêberê PKKê Abdullah, ku dibêje daxwazên wek dewletek netewî, federasyon, otonomî û mafên çandî ne hewce ne, qebûl nakin û vê yekê wek xwesteka îpotekkirina têkoşîna netewî û dadwer ya gelê Kurd dinirxînin.

Delegeyên kongreyê di wê bahweriyê de ne ku ev daxuyanî ne tenê zirarê dide doza rewa û dadwer ya gelê Kurd, lê di heman demê de xizmetê ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ya dewleta Tirk re jî d**e. Em hemû Kurdên li dîasporayê, yên ku li dijî vê siyasetê ne, vedixwînin nav refê KOMKARê da ku ji bo mafên xwe yên netewî û demokratîk têbikoşin.

KOMKAR- Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê

Delegeyên Kongreya 26emîn.

07.06.2025

Leverkusen-Almanya

EM KONGREYA XWE YA MEZİN A 4 EMÎN Lİ JÊR  DURUŞMA "ÇARESERÎYEKE FEDERAL JI BO PIRSA KURD“Lİ DAR DİXİN Meclîsa Berfireh a...
20/05/2025

EM KONGREYA XWE YA MEZİN A 4 EMÎN Lİ JÊR DURUŞMA "ÇARESERÎYEKE FEDERAL JI BO PIRSA KURD“Lİ DAR DİXİN

Meclîsa Berfireh a Partîya Sosyalîst a Kurdistanê di 18.05.2025an de civiya û pêşketinên dawî yên siyasî li herêmê û welatê me nirxand. Di civînê de herwisa amadekariyên ji bo 4emîn Kongreya Asayî ya Mezin a PSKê hatin nirxandin û biryar hat dayîn ku encamên jêrîn bi raya giştî re werin ragîhandin.

Zincîra guhartin û pêşketinên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, dibe sedema guhertinên radîkal li welatên herêmê. Di heman dema şikestina pel û baskê Îranê li herêmê û hilweşîna rejîma Esad li Sûriyeyê de Tirkiye jî ji pêvajoyeke dijwar re şahidiyê d**e.

Trafîka danûstandinan ku bi daxuyaniya Devlet Bahçelî di Cotmeha par de dest pê kir û bi banga Öcalan berdewam kir, bi daxuyaniya PKKê ku kongreya xwe ya 12an de biryara çek danînê û xwe fesih kirinê ragîhand dawî bû.

Bi vî awayî, dawîya şerekî bêwate ku 40 sal in li Kurdistanê dibe sedemên xesarên mezin ên can û mal, bi dawî hat.

Vê biryara PKKê ya danîna çekan argumanên ku dewletê li dijî destkeftiyên Kurdan li çar perçeyên Kurdistanê bi kar dianî ji holê rabû. Vê rewşê ji bo tekoşînê gelê Kurd, ji bo dest xistina maf û azadîyan derfeteke mezin peyda d**e, bi taybetî li Rojava, bêhneke nû wê vebide.

Li hêlekî din rêvebir û desthilatdarên Tirkiyeyê, hewl didin bi bêdengkirina çekan daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiya neteweyî veşêrin. Rayedarên dewletê dixwazin bi wê têgihîştinê bidin zanîn ku pirsgirêka Kurd bi danîna çekan ji aliyê PKKê ve çareser bûye.

Her weha, hin derdorên ku îdia dikin ku ew nûnertiya Kurdan dikin, roj bi roj asta daxwazên neteweyî dadixin û diyar dikin ku wan dev ji daxwaza statuyê ji bo Kurdan berdaye. Ev rewş di civaka Kurd de dibe sedema bertekekê mafdar û sergêjîyê.

Divê gelê me bi temaşekirina van hemû daxwuyaniyên ne erênî bê hêvî nebe û dev ji têkoşîna azadiya neteweyî bernede.

Pirsgirêka Kurd bi bêdengkirina çekan û bi dawîhatina şer çawan kû çareser nabe, ji ber ku hin kes dibêjin "Em statûyê naxwazin" ji gelê me dev ji daxwaza azadiya neteweyî û statuyê bernade.

Berevajî vê, têkoşîna azadiya gelê Kurd d**eve qonaxek nû. Em di wê baweriyêda ne ku têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê, dema ji ji bandora havîrdorekî tundûtûjî û pevçûnan bifilite, êdî dê li ser bingehek xurttir, girseyîtir û rewatir ber bi serkeftinê ve biçe.

Niha ku hinceta şer û "terorîzmê" ji holê rabûye, divê dewlet gavên bilez bavêje da ku pirsgirêka Kurd çareser bike.

Pêşî divê destûr bê dayîn ku ew kesên ku çekên xwe danîne vegerin jiyana xwe ya normal û ew kesên ku ji ber sedemên siyasî di girtîgehan dane, werin azadkirin. Şaredarên ku bi hinceta "piştgiriya terorê" ji kar hatine dûrxistin divê vegerin ser erkên xwe û Qanûna Dij-Terorê bi tevahî were betalkirin. Divê hawîrdorek siyasî ya bi temamî demokratîk were afirandin da ku pirsgirêka Kurd bikaribe bi awayekî azad û di hemû aliyên xwe ve were nîqaşkirin.

Herwisa çareseriya meseleya Kurd ne meseleyeke ku tenê ji parlamentoyê re were hiştin. Divê hemû alîyên siyasî, etnîkî û olî yên civaka Kurdî beşdarî pêvajoyeke wisa ya nîqaşê bibin; Divê rêxistinên sivîl, rewşenbîr, zanyar û hunermend bikaribin beşdarê van gengeşîyan bibin.

Di demek kurt de, divê rîya çareserîyê were xweşkirin, di derbarê çareserîya bingeha pirsgirêka Kurd de tavilê tedbîr werin girtin.

Ji bo vê yekê;

Nasîna nasnameya Kurdî,

Nasîna zimanê Kurdî wek zimanê fermî û perwerdeyî, bi zimanê Kurdî were pejrandin.

Divê mafê gelê Kurdan ê xwerêveberiyê di zûtirîn dem de bibe xwedî statuyek yasayî.

Ev şert û mercên giring ji bo çareseriya mesela Kurd, mercên bingehîn in.

Di vî warî de, pir girîng e ku Tirkiye şertên Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî, ku îmze kiriye, bicîh bîne.

Partiya me ji roja damezrandina xwe heta îro bal kişandîye ser pêwendiya nêzîk a di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê û vê yekê tekez kiriye.

Di vê çarçoveyê de, pêdivî bi destûreke nûjen, demokratîk û piralî heye ku li gorî pîvanên gerdûnî be, li ser dadwerîya serbixwe û serdestiya hiqûqê be, maf û azadiyên bingehîn biparêze.

Divê destûra nû bi têgihîştineke sîstemekî federal were çêkirin ku rastiya pirneteweyî, pirçandî û pirzimanî ya Tirkiyeyê re lihevhatî be.

Aştî û aramiya herêmê jî, ji alîyê Tirkîyê ve bi qebûlkirina hebûn û mafên neteweyî yên gelê Kurd li beşên din ên Kurdistanê ve girêdayî ye.

Rêzgirtina Tirkiyeyê ji bo destkeftiyên Kurdan li Rojava dê çareseriya pirsgirêka Kurd li welêt hêsantir bike.

Gelê me yê ezîz,

Ezmûna dîrokî nîşanî me dide ku tu maf nayên dayîn û her destkeftiyek têkoşînek mezin dixwaze. Em ê hêzên xwe bikin yek. Em ê ji bo daxwazên xwe yên rewa yên neteweyî, wekî ku me di demên berê de dikir, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşînê li ser bingehek xurttir û rewatir û bi biryarekî mezin bidomînin. Ev mafê me ye ku em jî wek hemû milletan, li welatê xwe bi awayekî azad, bi rûmet û di nav ewleyîyê de bijîn. Em ê tu carî dev ji vê mafê xwe bernedin.

Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarê Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn a PSKê bibin, ku em ê bi dirûşma "Çareseriya Federal ji bo Pirsgirêka Kurd" li dar bixin. Em hêvî dikin ku Kongreya Asayî ya Mezin a 4emîn a PSK bibe platformek ku hêviya azadiyê, coşa têkoşînê û baweriya serkeftnê xurt bike.

Em dikarin bi hev re serbikevin.
Û emê serbikevin jî.
20.05.2025
Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)
Meclisa Partîyê

Adresse

Cologne

Webseite

Benachrichtigungen

Lassen Sie sich von uns eine E-Mail senden und seien Sie der erste der Neuigkeiten und Aktionen von PSK Almanya erfährt. Ihre E-Mail-Adresse wird nicht für andere Zwecke verwendet und Sie können sich jederzeit abmelden.

Die Organisation Kontaktieren

Nachricht an PSK Almanya senden:

Teilen