15/04/2026
عـربي / Kurdî
استقبل السيد محافظ الحسكة، المهندس نور الدين أحمد، لجنة مهجّري سري كانيه/رأس العين، لبحث سبل تسهيل عودة الأهالي إلى مناطقهم.
وجرى خلال اللقاء مناقشة واقع المهجّرين والتحديات التي تعيق عودتهم، ولا سيما الجوانب الأمنية والإدارية، إلى جانب التأكيد على ضرورة تأمين بيئة آمنة تضمن عودة كريمة ومستدامة، وحماية حقوق الملكية الخاصة بالأهالي واستعادة ممتلكاتهم.
كما استعرضت اللجنة أبرز مطالب السكان، مشددةً على أهمية إيجاد حلول عملية وشاملة تضمن استقرار المنطقة على المدى الطويل.
من جانبه، أكد المحافظ أن ملف عودة المهجّرين يُعد من أولويات العمل، مشيراً إلى تحقيق تقدم ملحوظ بالتنسيق مع الجهات المختصة، ومجدداً التأكيد على مواصلة الجهود لضمان عودة آمنة ومنظمة تلبي تطلعات الأهالي.
Civîna Parêzgerê Hesekê bi Komîteya Penaberên Serê Kaniyê re
Parêzgerê Hesekê, Endezyar Nûr El-Dîn Ehmed, bi mebesta hêsankirina vegera koçberan, pêşwaziya Komîteya Penaberên Serê Kaniyê kir. Di civînê de kêşeyên ewlehî û rêveberî û astengiyên li pêşiya vegera xelkê hatin nirxandin, her wiha tekezî li ser dabînkirina jîngeheke ewle, parastina mafên milkiyetê û vegerandina mal û milkên welatiyan hat kirin.
Komîteyê daxwazên bingehîn ên koçberan ji bo dîtina çareseriyeke domdar pêşkêş kirin. Ji aliyê xwe ve, Parêzger piştrast kir ku dosyaya vegera koçberan di pêşîniya karên wan de ye û bi koordînasyona aliyên peywendîdar, hewldan ji bo misogerkirina vegereke ewle, birêxistin û birûmet berdewam dikin.