14/08/2026
Kampanyaya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” di Roja 5an de ye
Kampanyaya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” ku ji bo Cizîr bibe bajarekî paqijtir û jiyandartir tê meşandin, di roja xwe ya pêncan de ji Reze Mîra dest pê kir û li Qiraxê Çemê Dîcleyê û di parkan de bi xebatên paqijiya giştî berdewam kir.
Di xebatên îro de Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Hevşaredara me Guler Yerbasan, Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk DBP ya Bajarê Şirnexê Pinar Akil, endamên meclisê, kedkarên şaredariya me, Koma Barikat Botan û gelê me beşdar bûn.
Di xebatên paqijiyê yên li rexa çem û di parkan de hatin kirin de bermahiyên li derdorê hatibûn avêtin, hatin paqijkirin û ji bo qadên jiyana hevpar paqijtir û saxlemtir bibin, xebateke berfireh a paqijiyê hat meşandin.
Kampanyaya ku di navbera 10 û 21ê Tebaxê de tê meşandin, dê bi dirûşmên “Tevî Gel, Em Bajarê Xwe Paqij Dikin!” û “Bi Keda Komînal Ber bi Bajarên Ekolojîk û Paqij ve!” li cihên cuda yên bajarê me yê berdewam bike.
Ji bo bajarekî paqij, em hemû bi hev re bi keda kolektîf xebatên xwe berdewam dikin