PWK Navend

PWK Navend Malpera resmî ya PWKyê ye

https://rojevakurd.com/spasi-ji-bo-hemu-besdaren-sina-hevale-me-eyub-alacabey/Spasî ji bo hemû beşdarên şîna Hevalê me E...
02/06/2026

https://rojevakurd.com/spasi-ji-bo-hemu-besdaren-sina-hevale-me-eyub-alacabey/

Spasî ji bo hemû beşdarên şîna Hevalê me Eyub Alacabey

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): –Spasî ji bo hemû beşdarên şîna hevalê me Eyup Alacabey Hevalê me, damezranêr û rêvebirê partîya me, kedkar û kadroyekî pêşeng ê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê kek Eyup Alacabey şeva 24.05.2026ê ji ber ne...

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):--Spasî ji bo hemû beşdarên şîna hevalê me Eyup Alacabey--Ar...
01/06/2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
--Spasî ji bo hemû beşdarên şîna hevalê me Eyup Alacabey
--Arkadaşımız Eyüp Alacabey’in Taziyesine Katılan Herkese Teşekkürler

Spasî ji bo hemû beşdarên şîna hevalê me Eyup Alacabey

Hevalê me, damezranêr û rêvebirê partîya me, kedkar û kadroyekî pêşeng ê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê kek Eyup Alacabey şeva 24.05.2026ê ji ber nexweşîya xwe ya penceşêrê li paytextê Swêdê, Stockholmê koça dawî kir û ji nav me bar kir.

Me roja 28.05.2026ê li Dêrika Çîyayê Mazî, bi beşdarîya girseyeke mezin cenazeyê kek Eyup Alacabey veşart.

Li gel malbata kek Eyup Alacabey, rêvebir û endamên PWKyê, nûnerên gelek partî û grûbên sîyasî, dezgehên sivîl, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, gelê me yê Dêrikê û ji gelek cîhên ji Kurdistanê, Tirkîye û Ewropayê gelek kes beşdarî merasîma xatirxwestinê ya li Stockholmê, merasîma cenazeyî û şîna li Mala Tazîyeyan a Tacaran a li Dêrikê bûn, bi daxuyanî û peyamên xwe yên bi rêya telefon û e-maîlan û li ser platformên sosyal medyayê êşa malbatê, êşa me û êşa heval û hogirên gorbihuşt kekê Eyup par ve kirin.

Em spasîya we hemûyan dikin.

Kek Eyup Alacabey dê di xebat û têkoşîna doza neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de û herweha di dilê de me û kurdistanîyan de bijî.

Ruhê wî şad, mekanê wî rohnî û cîhê wî biheşt be.

Serê malbatê, serê me hemûyan, serê gelê Kurdistanê sax be.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
……………………………………..
Kürdistan Yurtseverler Partisi (PWK) Basın Bürosu:
Arkadaşımız Eyüp Alacabey’in Taziyesine Katılan Herkese Teşekkürler

Arkadaşımız, partimizin kurucusu ve yöneticisi, Kürdistan’ın özgürlük ve bağımsızlık davasının emektarı ve öncü kadrosu arkadaşımız Eyüp Alacabey , yakalandığı kanser hastalığı nedeniyle 24.05.2026 gecesi İsveç’in başkenti Stockholm’de vefat ederek aramızdan ayrıldı.

Arkadaşımız Eyüp Alacabey’in cenazesini, 28.05.2026 tarihinde kitlesel bir katılımla Mardin, Derik’te toprağa verdik.

Arkadaşımız Eyüp Alacabey’in ailesinin yanı sıra; PWK yönetici ve üyeleri, birçok siyasi parti ve grubu ve sivil toplum kuruluşu temsilcileri, Kürt siyasetçi ve aydınları, Derik halkı ile Kürdistan, Türkiye ve Avrupa'nın pek çok yerinden gelen çok sayıda kişi Stockholm’deki veda merasimine, Derik’teki cenaze törenine ve Tacarlar Taziye Evi’ndeki taziyeye katılarak; telefon, e-posta ve sosyal medya platformları üzerinden gönderdikleri açıklama ve mesajlarıyla acımıza ve ailenin acısına ortak oldular.

Hepinize teşekkür ederiz.

Kek Eyüp Alacabey, ulusal demokratik mücadelemizde ve kalbimizde, tüm Kürdistani güçlerin kalbinde yaşayacaktır.

Ruhu şad, mekânı cennet olsun.

Ailesinin, hepimizin ve halkımızın başı sağ olsun.
01.06.2026

Kürdistan Yurtseverler Partisi (PWK) Basın Bürosu

https://portal.netewe.com/axaftina-keca-eyup-alacabey-nujin-xane-ya-li-ser-gora-bave-xwe-kaynak-axaftina-keca-eyup-alaca...
30/05/2026

https://portal.netewe.com/axaftina-keca-eyup-alacabey-nujin-xane-ya-li-ser-gora-bave-xwe-kaynak-axaftina-keca-eyup-alacabey-nujin-xane-ya-li-ser-gora-bave-xwe/

Axaftina keça Eyup Alacabey, Nûjîn xanê, ya li ser gora bavê xwe

Bavê min insanekî welatparêz û șoreṣger bû. Ew hem rêber bû hem xwedîyê fikra azadîya kurd û Kurdistanê bû. Hemû jîyana xwe bexşî doza welatê xwe kiribû. Ji zaroktîya min de tê bîra min ku ew demên dirêj an mahkûm an jî sirgûn bû. Ji ber wê yekê, wexta em piștî 5 s...

29/05/2026
Axaftina keça Eyup Alacabey, Nûjîn xanê, ya li ser gora bavê xweBavê min insanekî welatparêz û șoreṣger bû. Ew hem rêber...
29/05/2026

Axaftina keça Eyup Alacabey, Nûjîn xanê, ya li ser gora bavê xwe

Bavê min insanekî welatparêz û șoreṣger bû. Ew hem rêber bû hem xwedîyê fikra azadîya kurd û Kurdistanê bû. Hemû jîyana xwe bexşî doza welatê xwe kiribû.

Ji zaroktîya min de tê bîra min ku ew demên dirêj an mahkûm an jî sirgûn bû.

Ji ber wê yekê, wexta em piștî 5 salan li Binxetê gihîștin hevdu û bi dû re çûn Swêdê, em di mala xwe de bûn xwedîyên jîngeheka kurdî û Kurdistanî û em her di wê jîngehê de mezin bûn.

Ez îro ji wî re dixwazim bibêjim, spas, spas ku ji bo te ji me re jîngeheka weha ava kir û em bi wê hişmendîyê û bi wê felsefeyê di wê jîngehê de mezin kirin.

Ez dixwazim herweha ji bo ciwanmêr û ciwanikên li vê goristanê civîyane jî bibêjim ku êșa ji ber wendabûna bavê me, eṣeka neragirbar e. Eger em îro li ser lingan in û li hember vê êșê dikarin xwe ragirin, divê bê zanîn ku ev yek bi saya meriv, dost û hevalên wekî we ne.

Em bawer dikin ku bavê me xwedîyê xewn û xeyal û îdealen pir baș bû. Em hevi dikin ku em nivșen nû, zarok û nevîyên wi dê wan îdealan bînin cî û xewn û xeyalên wî rast bigerînin. Bavê me bi xewn û xeyala Kurdistaneka azad û serbixwe çû. Em ê jî hewl bidin ku heta ku ji destê me bê, ji bo rastgerîna wê xewn û xeyala wî xebatê berdewam bikin.

Belki rojekê ev xewn û xeyal rast bigere û zarok û neviyên wî welatê xwe yê azad bi çavên xwe bibînin.

Em bi te re serbilind in bavo.

Oxir be ji te re.

Li diya me miqate te be.

Destê Yadê Hecîyê ji dêvla me maçî bike. Gava tu mehkûm bû, tê bîra min ku ew her digirîya û diqêrîya. Gava ez carinan di himbêza wê de radiketim jî ew her diqêrîya. Ew dengê wê hîn jî di guhên min de ye bavo.

Bavo, ez dixwazim du çarînan ji wê helbesta Qedrîcanê rehmetî ji te re bixwînim ku me gelek caran li malê ji te dibihîst û te pir jê hez dikir:

Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çand sal e

Ez li wê hatim dinê
Wê dergûşê, hejandim
Heywax hey mala minê
Dijminan, jê revandim

29/05/2026

Peyama Sersaxiyê ya Weqfa Hemîdê Îsmaîlaxa.

Ji bo PWK û Malbata Hêja;

Em wek Weqfa Hemîdê Îsmaîlaxa, ji ber koça dawî ya kurdperwer û welatparêzê mezin, Xalo Eyyüp Alacabek, pir xemgîn in.
Ji bo malbat, zarok, dost, nas û hemû hezkiriyên wî, û her wiha ji bo partiya wî PWK (Partiya Welatparêzên Kurdistanê) sersaxiyê dixwazin. Em wek Weqfa Hemîdê Îsmaîlaxa, xwe şirîkê xema wan û vê êşa giran dizanin.
Kurdistanê lawekî xwe yê dozdar, niştimanperwer, xebatkar û xemxûrê al û doza xwe winda kir. Cihê wî bihêşt be, serê malbatê û gelê me sax be.

Weqfa Hemîdê Îsmaîlaxa

Address

Diyarbakır

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when PWK Navend posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Share