İsmail Beşikci Vakfı / Weqfa Îsmaîl Beşîkcî / Ismail Besikci Foundation

  • Home
  • Turkey
  • Istanbul
  • İsmail Beşikci Vakfı / Weqfa Îsmaîl Beşîkcî / Ismail Besikci Foundation

İsmail Beşikci Vakfı / Weqfa Îsmaîl Beşîkcî / Ismail Besikci Foundation İsmail Beşikci Vakfı Resmi Facebook Sayfasıdır İsmail Beşikci ve İsmail Beşikci Vakfı için beğeni sayfasıdır

Em yek ji kesayetên girîng ên jiyana siyasî û fikrî ya Kurdan, endamê Lijneya Rûmetê ya Weqfa me Dr. Tarik Ziya Ekîncî, ...
15/08/2026

Em yek ji kesayetên girîng ên jiyana siyasî û fikrî ya Kurdan, endamê Lijneya Rûmetê ya Weqfa me Dr. Tarik Ziya Ekîncî, di duyemîn salvegera koçkirina wî de (15ê Tebaxa 2024an) bi rêz û hesret bi bîr tînin.

Tarik Ziya Ekîncî ku jiyana xwe da têkoşîna demokrasî, mafên mirovan û mafên Kurdan, bi tecrube û zanîna xwe ya fikrî û siyasî mîraseke girîng li pey xwe hişt.

Ew ê bi raman û têkoşîna xwe di nav me de bijî.

****

Kürd siyasal ve düşünsel yaşamının önemli isimlerinden, Vakfımızın Onur Kurulu üyesi Dr. Tarık Ziya Ekinci’yi, 15 Ağustos 2024’te aramızdan ayrılışının ikinci yılında saygı ve özlemle anıyoruz.

Yaşamını demokrasi, insan hakları ve Kürdlerin hakları için mücadeleye adayan Tarık Ziya Ekinci, düşünsel ve siyasal birikimiyle önemli bir miras bıraktı.

Tarık Ziya Ekinci, düşünceleri ve mücadelesiyle aramızda yaşamaya devam edecektir.

BANGEWAZÎWek Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, ji bo avahiya xwe ya dîrokî ya li Sûra Diyarbekirê, em li mîmarekî yan ofîseke mîmari...
14/07/2026

BANGEWAZÎ
Wek Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, ji bo avahiya xwe ya dîrokî ya li Sûra Diyarbekirê, em li mîmarekî yan ofîseke mîmariyê digerin. Divê ev mîmar an ofîs, projeya avahiyê bi dildarî (bêheq) amade bike.
Em bang li mîmar û ofîsên mîmariyê dikin: Heke hûn dixwazin xwedî li vê mîrasa dîrokî û çandî derkevin, giringiyê didin xebatên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî û dixwazin bi dildarî piştgiriyê bidin me, ji kerema xwe bi Weqfa me re têkiliyê deynin.
Têkilî: GSM: +90 541 391 81 49
E-Mail: [email protected]

***

ÇAĞRI
İsmail Beşikci Vakfı olarak, Diyarbakır Sur içindeki Vakfımıza ait tarihi yapı için gerekli mimari projeyi gönüllü olarak hazırlayacak bir mimar veya mimarlık ofisi arıyoruz.
Bu tarihi ve kültürel mirasın korunmasına katkı sunmak isteyen, İsmail Beşikci Vakfı’nın çalışmalarını önemseyen ve gönüllü destek vermek isteyen mimarları ve mimarlık ofislerini Vakfımızla iletişime geçmeye davet ediyoruz.
Têkilî: GSM: +90 541 391 81 49
E-Mail: [email protected]

Me bi xemgînî bihîst ku xwîşka nûnerê weqfa me yê Şaxa Amedê Nezîrê Cibo, Halise Çetin çûye ber rehma Xwedê. Em ji bo bi...
12/07/2026

Me bi xemgînî bihîst ku xwîşka nûnerê weqfa me yê Şaxa Amedê Nezîrê Cibo, Halise Çetin çûye ber rehma Xwedê. Em ji bo birêz Halise Çetin xanimê ji Xwedê rehmetê hêvî dikin, ji hevalê xwe Nezîr û malbata wî re jî sebr û sersaxiyê dixwazin.

Rêveberî û Xebatkarên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

Celâl Temel 'in kaleminden: 49LARIN HİKÂYESİDemokrat Parti’nin iktidar olduğu 1959 yılı sonlarında, gelişen Kürd uyanışı...
01/07/2026

Celâl Temel 'in kaleminden:
49LARIN HİKÂYESİ

Demokrat Parti’nin iktidar olduğu 1959 yılı sonlarında, gelişen Kürd uyanışından rahatsız olan Türkiye Devleti, çeşitli takiplerin ardından, yarısı Kürd üniversite gençliği olmak üzere, 50 kişilik bir Kürd grubunu tutuklama kararı aldı.

17 Aralık 1959’dan itibaren tutuklananlar, İstanbul Harbiye zindanındaki tek kişilik hücrelere konuldu. Aralarından Mehmet Emin Batu hücrede ölünce, davanın başladığı sırada yargılanan sayısı 49 oldu. 3 Ocak 1961’de başlayan davaya iki kişi daha eklenince tutuksuz sanıklarla birlikte 51 kişi yargılandı. Dava adında, “Kürd” veya “Kürdistan” ifadelerini kullanmamak için, gazetecilerin verdiği adla, dava kamuoyuna “49lar Davası” şeklinde yansıdı.

Konu, Kürd kamuoyunda bilinmesine karşın konuyla ilgili kapsamlı bir çalışma yoktur. Bilinen bilgilerin çoğunda, önemli eksiklikler ve yanlış ezberler vardır. Mevcut bilgi ve belgelerden başka, yeni bilgilerle, yaşayan ilgili kişiler ve yakınlarıyla yapılan görüşmelerle, yanlışlar büyük oranda düzeltildi.

Kitapta, tutuklanmalara giden süreç, dava süreci, dava sonrası ve 49lar’ın sonraki dönemdeki Kürd ulusal mücadelesine etkileri genişçe değerlendiriliyor. Son bölümde, 51 kişinin özet biyografileri, dava öncesindeki ve sonrasındaki yaşamları mercek altına alınırken “Davanın Şehidi” diye nitelendirilen Mehmet Emin Batu ayrı bir bölümde anlatılıyor.

En genci 1938 doğumlu olan bu aydınlardan, ömürleri sağlıklı olsun, Naci Kutlay (1931), Ziya Acar (1934) ve Mehmet Aydemir (1937) yaşıyorlar…

Ev pirtûk ji hevpeyvînên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên cuda ve bi Îbrahîm Gurbuz re hatine kirin pêk tê. Di berhe...
30/06/2026

Ev pirtûk ji hevpeyvînên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên cuda ve bi Îbrahîm Gurbuz re hatine kirin pêk tê. Di berhemê de, bi taybetî paşxaneya dîrokî ya xebatên saziyên ku di salên 1990î û destpêka salên 2000î de hatine avakirin, tê nirxandin. Pêvajoyên avakirinê, armanc û xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Enstîtuya Kurdî, Radyoya Yaşamê û Weqfa Îsmail Beşikçi di pirtûkê de bi berfirehî cih digirin.

Di pirtûkê de bersiva pirsên wekî; “Ev sazî çima hatin avakirin?”, “Ji kîjan hewcedariyan derketin holê?”, “Çi hat armanc kirin û di bin kîjan şert û mercan de xebat hatin meşandin?” bi rêya şahidiya kesane têne dayîn. Her wiha atmosfera siyasî ya wê demê ya Tirkiye û Kurdistanê, polîtîkayên dewletê, zext, zehmetiyên aborî û civakî bi hûrgulî têne vegotin.

Ji bilî hevpeyvînan, di berhemê de çar nivîsên din ên ku pirtûkê temam dikin jî hene. Du ji wan deqên axaftinan in, yên din jî meqale ne. Ev nivîs nîqaşên dîrokî, çandî û siyasî yên di pirtûkê de bi perspektîfeke berferehtir dinirxînin û yekpareyiya xebatê temam dikin.
Ev berhem ne tenê vegotina kesane ya Îbrahîm Gurbuz e; di heman demê de xebateke girîng a dîroka devkî ye ku dîroka çandî, siyasî û civakî ya serdemekê ji xwendevanan re bi belge d**e.

Kitap Adı: 49ların HikayesiÖncesi, Dava Süreci, SonrasıDemokrat Parti’nin iktidar olduğu 1959 yılı sonlarında, gelişen K...
27/06/2026

Kitap Adı: 49ların Hikayesi
Öncesi, Dava Süreci, Sonrası

Demokrat Parti’nin iktidar olduğu 1959 yılı sonlarında, gelişen Kürd uyanışından rahatsız olan Türkiye Devleti, çeşitli takiplerin ardından, yarısı Kürd üniversite gençliği olmak üzere, 50 kişilik bir Kürd grubunu tutuklama kararı aldı.
17 Aralık 1959’dan itibaren tutuklananlar, İstanbul Harbiye zindanındaki tek kişilik hücrelere konuldu. Aralarından Mehmet Emin Batu hücrede ölünce, davanın başladığı sırada yargılanan sayısı 49 oldu. 3 Ocak 1961’de başlayan davaya iki kişi daha eklenince tutuksuz sanıklarla birlikte 51 kişi yargılandı. Dava adında, “Kürd” veya “Kürdistan” ifadelerini kullanmamak için, gazetecilerin verdiği adla, dava kamuoyuna “49lar Davası” şeklinde yansıdı.
Konu, Kürd kamuoyunda bilinmesine karşın konuyla ilgili kapsamlı bir çalışma yoktur. Bilinen bilgilerin çoğunda, önemli eksiklikler ve yanlış ezberler vardır. Mevcut bilgi ve belgelerden başka, yeni bilgilerle, yaşayan ilgili kişiler ve yakınlarıyla yapılan görüşmelerle, yanlışlar büyük oranda düzeltildi.
Kitapta, tutuklanmalara giden süreç, dava süreci, dava sonrası ve 49lar’ın sonraki dönemdeki Kürd ulusal mücadelesine etkileri genişçe değerlendiriliyor. Son bölümde, 51 kişinin özet biyografileri, dava öncesindeki ve sonrasındaki yaşamları mercek altına alınırken “Davanın Şehidi” diye nitelendirilen Mehmet Emin Batu ayrı bir bölümde anlatılıyor.
En genci 1938 doğumlu olan bu aydınlardan, ömürleri sağlıklı olsun, Naci Kutlay (1931), Ziya Acar (1934) ve Mehmet Aydemir (1937) yaşıyorlar…

Bîra Salên Tarî (Gotûbêj û Hevpeyvîn)Ev pirtûk ji hevpeyvînên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên cuda ve bi Îbrahîm Gu...
27/06/2026

Bîra Salên Tarî
(Gotûbêj û Hevpeyvîn)

Ev pirtûk ji hevpeyvînên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên cuda ve bi Îbrahîm Gurbuz re hatine kirin pêk tê. Di berhemê de, bi taybetî paşxaneya dîrokî ya xebatên saziyên ku di salên 1990î û destpêka salên 2000î de hatine avakirin, tê nirxandin. Pêvajoyên avakirinê, armanc û xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Enstîtuya Kurdî, Radyoya Yaşamê û Weqfa Îsmail Beşikçi di pirtûkê de bi berfirehî cih digirin.
Di pirtûkê de bersiva pirsên wekî; “Ev sazî çima hatin avakirin?”, “Ji kîjan hewcedariyan derketin holê?”, “Çi hat armanc kirin û di bin kîjan şert û mercan de xebat hatin meşandin?” bi rêya şahidiya kesane têne dayîn. Her wiha atmosfera siyasî ya wê demê ya Tirkiye û Kurdistanê, polîtîkayên dewletê, zext, zehmetiyên aborî û civakî bi hûrgulî têne vegotin.
Ji bilî hevpeyvînan, di berhemê de çar nivîsên din ên ku pirtûkê temam dikin jî hene. Du ji wan deqên axaftinan in, yên din jî meqale ne. Ev nivîs nîqaşên dîrokî, çandî û siyasî yên di pirtûkê de bi perspektîfeke berferehtir dinirxînin û yekpareyiya xebatê temam dikin.
Ev berhem ne tenê vegotina kesane ya Îbrahîm Gurbuz e; di heman demê de xebateke girîng a dîroka devkî ye ku dîroka çandî, siyasî û civakî ya serdemekê ji xwendevanan re bi belge d**e.

Ibrahim Gurbuz

Rêbaza Zanistê; ji bo naskirina civakê, têgihiştina xwezayê, têkilî û nakokiyên di navbera civakan de rêbaza fikirînê ya...
27/06/2026

Rêbaza Zanistê; ji bo naskirina civakê, têgihiştina xwezayê, têkilî û nakokiyên di navbera civakan de rêbaza fikirînê ya herî girîng e ku ramana mirovî pêş xistiye. Di heman demê de, ji bo bidestxistina agahiyê, rêbaza herî derbasdar û herî saxlem e.
Lêkolînkirina têgehên wekî zanist, îdeolojî, îdeolojiya fermî, qedexeyên ramanê, pergala siyasî, rejîma siyasî, azadiya ramanê, azadiya îfadeyê, azadiya akademîk û têkiliyên di navbera van têgehan de girîng e. Dema mirov qala zanistê d**e, divê ev hemû têgeh û têkilî werin ronîkirin.
Di rêbaza zanistê de; nedîtina rastiyan, înkarkirin, berevajîkirin û li gorî niyet, siyaset û îdeolojiyan guherandina wan, ne exlaqî ye û ne jî gengaz e.
Têgeha “zanistê”, di salên dawî de pir hatiye hincirandin. Li her derê, bi hewce û bêhewce tê bikaranîn. Bi taybetî siyasetmedar, bi bikaranîna vê têgehê di her derê de, wê pir bêwate dikin. Ev pêvajo naveroka têgeha zanistê vala d**e. Endamên zanîngehan û endamên çapemeniyê jî; bêyî ku balê bikşînin ser azadiya îfadeyê û qedexeyên ramanê, tenê giranî didin ser têgeha ‘azadiya akademîk’.
Di dîrokê de zanyar, ji aliyê xebata xwe ya zanistî ve, nikare ji rêbaza zanistê tawîzan bide. Li hemberî tundî, zext, terora dewletê an jî zextên civakî-siyasî; kîngê û bi çi qasî ji rêbaza zanistê derbikeve an jî bêdeng bibe, ew qas ji zanyarbûnê dûr d**eve. Ji vî aliyî ve İsmail Beşikci, ji ber ku bi dilsoziya zanistê tevgeriya û li hemberî hemû zextan ji parastinên xwe paşde gav neavêt, zêdetirî 17 salên jiyana xwe di zindanan de derbas kir. Di dîrokê de fîzîknas Galileo jî li hemberî zextan paşde gav avêtibû, lê İsmail Beşikci paş de gav neavêt. Wî rûmet, wijdan û exlaqê zanyarbûnê bi berdela canê xwe parast, lê xwedî derket, di cîhanê de bû mînak û bû cihê rêzgirtinê.

Van/Tuşba Kitap günleri başladı. Tüm dostlarımızı bekliyoruz.
18/06/2026

Van/Tuşba Kitap günleri başladı. Tüm dostlarımızı bekliyoruz.

📢PÊŞANGEH/SERGİJi bo gala û vekirina pêşangeha hunermend Hasan Kesler a bi navê "Qewmê Rojê" hûn vexwendî ne.(Resam Hasa...
16/06/2026

📢PÊŞANGEH/SERGİ
Ji bo gala û vekirina pêşangeha hunermend Hasan Kesler a bi navê "Qewmê Rojê" hûn vexwendî ne.
(Resam Hasan Kesler'in "Güneş'in Kavmi" isimli sergisinin açılışına davetlisiniz.)
🗓️ 20.06.2026
⏱️17.00
📍Navenda Çand û Hunerê ya İbrahim Gurbuz/İBV Stenbol

Address

Kuloğlu Mah. İstiklal Caddesi Ayhan Işık Sok. No: 21/1 L Telefon:+0212 245 81 43
Istanbul
34433

Opening Hours

Tuesday 10:00 - 18:00
Wednesday 10:00 - 19:00
Thursday 10:00 - 19:00
Friday 09:00 - 19:00
Saturday 10:00 - 19:00

Telephone

+902122458143

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when İsmail Beşikci Vakfı / Weqfa Îsmaîl Beşîkcî / Ismail Besikci Foundation posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Organization

Send a message to İsmail Beşikci Vakfı / Weqfa Îsmaîl Beşîkcî / Ismail Besikci Foundation:

Shortcuts

Share