09/11/2026
Hevdîtina zarokan li Kitêbxaneya Kurdî!
Çalakiyên zarokan li Kitêbxaneya Kurdî, ku çend sal in bi serperestîya endama Komîteya Birêvebir a Kitêbxaneya Kurdî, Ṣermîn Bozarslan, da tên amadekirin û birêvebirin, didomin.
Roja yekşemê, 8/11/2026, resam û pedagog Asia Baker çalakîya boyaxkirina tabloyan ji bo zarokan bi rê ve bir. Ew ê vê çalakîyê roja 29/11/2026 jî dubare bike.
Zarok li Kitêbxaneya Kurdî bi soranî û kurmancî dilîzin, boyax dikin, stranan dibêjin û guhdarîya çîrokan dikin.
Evîn Şingali jî gelek caran di çalakîyên zarokan da hevkar bûye.
Kitêbxaneya Kurdî ji dil spasîyên xwe ji bo Şermîn, Asia û Evin xan re pêşkêş d**e.
Her wiha, spasîyeka ji dil ji bo Koma dêûbavan ku her tim me dişopînin û di gel zarokên xwe beşdarî çalakîyên zarokan dibin.
Spasîyeka pir taybetî jî ji bo hemû zarokên delal🙏